Write For Us

MELEK ROJHAT - POTBORÎ (Official Music)

E-Commerce Solutions SEO Solutions Marketing Solutions
95 نمایش
Published
POTBORÎ

a) MERMERE
Gotin û Muzîk: Gelerî
Aranjor: Sînan Buzoba
[Official Video © 2018 SBS & Orient Music]

Ha kuro mer mere lo
Wê kuro mer mere
Ha kuro mermere lo
Kanî mer mere
Têda digere lo
Marê ser zere
Kêr simê keçika lo
Kêl û kembere

Ha kuro saçaxe lo
Wê kuro saçaxe
Têda digere lo
Marê qaçaxe
Kêrsimê xurta lo
Kêr û biçaxe

b) BERÇELAN
Gotin û Muzîk: Gelerî
Herêm: Colemêrg
Aranjor: Sînan Buzoba
[Official Video © 2018 SBS & Orient Music]

Berçelano berçelan
Kanîyê di li avêt sîpelan
Bêrîyê û rêka bêrî lê
Parzînk girtî paxila

Berçelan zoma kokê
Bêrî dûre li Dihokê
Kurdî xemla xwe girêda
Kofî ser berî çokê

c) TAQÎKÊ
Gotin û Muzîk: Aram Tîgran
Aranjor: Sînan Buzoba
[Official Video © 2018 SBS & Orient Music]

Taqîkê çav belekê
Taqî belekê yeman
Ez xwestim bêm kêlekê
Çerx û felekê yeman

Taqîkê tu bi xwedê kê
Taqî belekê yeman
Dilê xwe ji minra wekê
Çerx û felekê yeman

d) ŞÎRÎNÊ HALLA
Peyv: Melek Rojhat
Awaz: Gelerî
Aranjor: Sînan Buzoba
[Official Video © 2018 SBS & Orient Music]

Şirînî hallay hallay
Çavreş kanya killa

Şirînê dune dune
Berbêrîyê çune
Çavkêm dî dil hezkir
Aqil pêra çûme

e) TOZIK
Gotin û Muzîk: Aram Tîgran
Aranjor: Sînan Buzoba
[Official Video © 2018 SBS & Orient Music]

Tozik li ser avaye
Av li binya malaye
Pîr nexweşe belaye
Tozik dermanê dilaye

Baranê rêşe rêşe
Pîr nexweşe zerf dêşe
Tozik devida bigiwêşe
Tozik dermanê dil êşe


https://itunes.apple.com/album/id1440638328
https://www.deezer.com/de/album/77179752
https://open.spotify.com/album/1mXzF0E9eWobJiOJZWjQjt
دسته بندی
کوردی
برچسب
Potborî, Melek Rojhat, Mermere
وارد شوید یا ثبت نام کنید تا دیدگاه ارسال کنید.
اولین نفری باشید که دیدگاه ارائه می کند